Serrûpel Nûçe PDK-Bakur biryar da!

PDK-Bakur biryar da!

Belav bike

 

Serokê Giştî yê PDK-Bakurê Sertaç Bucak ji Rûdawê re ragihand, ewê kongreya xwe 11emîn di meha Tîrmehê de pêk bînin û wiha got:

 

“Partiya me partiyeke Kurdistanî ye. Deriyê me ji bo hemû kesên demokrat, netewperwer û yên di rêbazên Mele Mistefa Barzanî de ne vekiriye. Çênabe doza netewa Kurd bibe doza yek partiyê. Yek partî bi tenê dikare bibe hêza motora wê.”

 

Sertaç Bucak diyar kir ku demekê dirêj e, serdane Hewlêrê nekiriye û got: “Em ji bo çend hevdîtinan hatine Hewlêrê. Me rewşa siyasî ya giştî li herêmê nirxand.”

 

Yekbûna 2 partiyan

 

27ê Gulanê beşek ji Partiya Beşdariya Demokratîk (KADEP) beşdarî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiye (PDK-T) bûn. Ew ê êdî di bin sîwana PDK-Tê de siyaseta xwe bimeşînin.

 

Bucak pirsa “Hûn jî difikirin ligel partiyeke Kurdistanî bibin yek?” wiha bersivand:

“Me di 10emîn kongreya xwe de amaje kir ku tevahiya partiyên Kurdistanî li ser xeteke eşkere xebatên xwe birêve bibin. Par dema ku pêvajoya çareseriyê pûç bû, me ligel berpirsên PAKê hevdîtin kiribû. Ev jî wek me difikirin.

 

Ez dixwazie balê bikşinim li ser vê yekê; Kurd heger bixwazin serbikevin, divê tehemila hevdû bikin û partiyên nêzîkî hev bibin yek.”

 

Parêzbendî

 

Derbarê rakirina parêzbendiya rakirina parlamentêrên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de jî Bucak wiha got:

 

“Beriya salakê ev tişt nedihat xeyalkirin jî. Lê li Tirkiyê her tim yasa dikarin bêne guhertin. Rewş wekî salên 90î dibe.”