Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Dijbereya Sûriyê Enes Ebde û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî û Enes Ebde li ser rewşa Sûriyê û pêkvejiyjana aştiyane ya gelên Sûriyê axivîn û her du aliyan dan xuyakirin, ku qorixkarî û desthilata otorîter nayê qebûlkirin.
Barzanî û Ebde herwiha tekezî li ser wê yekê kirine, ku divê hemû hêz û alî tevlî şerê li dijî DAIŞê bibin û di avakirina paşerojek geş bo Sûriye û deverê de rola xwe bilîzin.
Mesrûr Barzanî û Enes Ebde piştevaniya xwe ji bo vegera Pêşmergeyên Rojava anîn ziman û gotine, vegera wan pêşmergeyan pêwîst û girîng e.
Di beşeke din ê hevdîtinê de, rola Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî bilind hat nirxandin.
ENKS wek nûnerê aliyên Kurd Rojavayê Kurdistanê di Hevpeymaniya Niştîmanî ya Dijbereya Sûriyê de ye.
Pêşmergeyên Rojava
Piştî ku di sala 2011ê de alozî li Sûriyê çê bûn û piştre ew alozî ber bi şerê navxweyî v eçûn, hejmareke zêde ya kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê koçberî Başûrê Kurdistanê bûn. Herwiha bi dehan leşkerên Kurd ên di nav Artêşa Sûriyê de jî revian û li Başûrê Kurdistanê bicih bûn.
Di sala 2012 de û bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hêza Pêşmergeyên Rojava hat damezrandin, daku di demên hewce de bikare deverên Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd ê wê parçeyê Kurdistanê ji gef û êrişan biparêze.
Li gorî zanyariyên, hejmara Pêşmergeyên Rojava ku perwerdeya leşkerî dîtine, derdora 6 hezar kesan e. Rûdaw