Serrûpel Nûçe Zarokeke Êzdî 22 mehan di dest DAIŞê de ma

Zarokeke Êzdî 22 mehan di dest DAIŞê de ma

Belav bike

 

Keça kurd a Êzdî Menal Seido Xêro ku 12 saliye xelkê Herdanê ye. Roja ku li gel dayîk, bav, xwîşk û birayên xwe, herwaha li gel mala mamên xwe ji tirsa DAIŞê hemû mal û halên xwe li gundê Herdanê hêlan û revîn. Wê demê temenê wê 10 salî bû û di dibistan kurdî de dixwand. Xewn û xeyalên wê yên zarokî wek yê zarokên din ên Kurdistanê û cîhanê nebûn. Xewnên Menal wek xewna her zarokeke Êzdî û Şengalî bû.

 

Ji ber hem Şengalî û Êzdî ye, Menal û xwîşkên xwe û kesên hevtemenê wê tenê xewn û xeyalên wan parastina jiyana wan bû. Zarokên Şengalê berî êrîşên terorîstên DAIŞê, eger xeyaleke zarokî kiribin jî, lê piştî êrîşê rojê dibe ku sed caran xeyala rihetî û ji zihmetiyan xilas bûnê kirine.

 

Menal piştî du salan ji esareta destê hovên DAIŞê, wa çend rojeke bi tenê li gel jinmameke xwe, ji Reqaya paytexta DAIŞê geheştiye kampa penaberên Şêxanê û naha di bin konekî penaberiyê de li gel mala xalê xwe dijî. Xewnên Menal her wek berê sade û bi dilnizmîne. Lê du sal dîl ango êxsîrî, êş û îşkenceya ji destê DAIŞê Menal kiriye miroveke geheştî. Her çedn naxwaze bê zanîn ku 12 saliye jî!

 

Menal hemû çîroka xwe ya du salan a wek dojeha DAIŞê bi hûrî li bîra wê ye. Dîmenên şirîtan li ber çavên wê ye. Lê wek bi xwe dibêje: Tiştê ku tu carê li ber çav û xeyalên wê bîrnaçe, halê ruhî yê dayîk,bav, xwîşk û birayên wê ne û hîn jî derbarê wan de tu tiştekî nizane û wê demê yek bi yek ji yek qut bûne.

 

Menal bi zaravayê xwe yê Şengalî ve kete vegotina çîroka xwe(rêvîtiya êxsîriyê) ku 22 mehan berdewam kir û ji vê derê û pêde Menal vedibêje:

 

Roja DAIŞ hate nav Şengalê û bû tevlihevî û hemû cîhan direvî, herkesek dixwest xwe xilas bike. Mala me jî, dayîk, bav û ez û xwîşka xwe li gel du birayên min, ku her sê jî, ji min biçûktir bûn. Herwaha li gel mala sê mamên min, em li gel yek revîn û ji gundê Herdanê em derketin, ku bi hêviya em bigehin girseya xelkê ku direvî çiyayê Şengalê û derdora tirbeya Şerfedîn. (Herdan nêzîk 25 kîlometran ji tirbeya Şerfedîn dûre) lê hîn em li gund dûrneketibûn û negeheştine ser şeqama serekî, ji dûrve me dît DAIŞê durêya Herdanê û şeqama serekî girtibû û em bi naçarî ketin nav wan de.

 

Min li Menal pirsî: Tu çawa dizanî ew DAIŞ in? Çawa ez nizanim. Min navê DAIŞê bihîstîbû. Pêşmerge jî min pir dîtibûn. Ji ber vê jî min yekser zanî ew ne Pêşmerge ne û DAIŞ in. Cilên cuda li ber wan de bûn. Rihên wan dirêj û pîs bûn. Di yekem çirkeyê de em anîn xwarê, diyar bû pir aciz û tund bûn û kirin hawar hawar û ez û xwîşk û birayên min ruh li ber me nema.

 

Hemû wesayît dagirkirin, her li wê derê li durêya Herdanê zilam û xortên ciwan li yek cuda kirin. Çend dayîkamin û jin mamamin kirin hewar feyde nekir. Ew li wê derê rêz kirin û em jî wek jin û zarok siwarî wesayîtekê kirin û em berbi Telaferê ve birin.

 

Li vê derê Menal bêhnekî kûr kêşa û bi vegotin got: Wê demê cara dawiyê bû min bavê xwe, mamên xwe û kûrêmamên xwe dît.

 

Her sê jin û zarok siwarkirin wesayîteke pikap û hin jin û zarok man ew jî siwarê traktorekê kirin û gotin here. Em çûn heta geheştin Telaferê. Li wê derê em xistin dibistanekê, min lê nêrî bi sedan malbatên Êzdî li wê derê bûn. Hewa gelek germ bû. Ez, xwîşk û birayên xwe pir tênî bûn û birsîbûn. Ji ber me serê sibê jî, em negeheştibûn têştê bixwen. Lê tirsê her tişt ji bîrame biribû. Tene xwîşka min a biçûk nebe, her daxwaza nan û av ê dikir û digiriya.

 

Sê rojan ew hemû malbat û xêzana ne di wê dibistanê de man. Piştî sê rojan serê sibê zû hatin em komkirin û ragehandin, ji ber dibe ku balefirên şer dibe li dibistanê bidin, wê hemû keçên temenê wan 10 heta 25 salîne wê veguhezin. Her çawa wa gotin ez di nav wê qelebalixê de revîm û min xwe di nav cîhê destşoya dibistanê de xwe veşart. Heta hemû keç barkirin, ez hatime gel dayîk, xwîşk û birayên xwe. Dayîka min dema ez dîtim û zanî ez nebirime nedizanî çi bike. Pir zêde li ser neçû carekedin hatin, gotin ya allah hemû siwar bin. Em siwarê wesayîtên barhelgir ango kamyonan kirin û em birin. Di rê de min bihîst jin û pîremêrên li gel me bûn gotin ev rêya Mûsilê ye. Nexêr li wê derê ranewestiyan û em birin bo cîheke din. Piştra min zanî ew der zîndana Badûşê ye.

 

Badûş çi Badûş, roja heşrê ye: Bi hezaran malbatên Êzdî, germ, pîs, tênî, birsî rewşeke gelek xirap. Bi taybetî ji bo zarokan heta serê sibê digiriyan. Zarokên sawa û nale nala pîremêr û pîrejinan kesê nedikarî birazê. Eger li bîra min mabe nêzîk 20 rojan gelek bi nexwaşî em li wê derê hiştin. Piştre gelek malbat û xêzanên din vegerandin Telaferê û li wê derê careke din xistibûn cîheke wek wê dibistanê.

 

Em yek roj li dibistanê bûn, piştre em birin bo gundê Kisir Elimhirabê. Dema em çûn bi hezaran êzdî li wê derê bûn. Jin, zilam, zarok û bi taybet ciwan jî pir bûn. Ji me re gotin ewên li wê derê ne misûlman bûn. Em jî li gel wan man. Rojane bi zorê nimêj bi hemûyan didan kirin, xwendina ola îslamî bi zarokan didan kirin.

 

Herçend bi hesab hemû misulman bibûn, lê dîsa jî danûstandineke pir xirap DAIŞê li gel wan dikir. Lêdan, sivikayî, îşkence, cezakirin, tênîtî, birsîtî, nexwaşî û nebûna çareseriya bijîşkî, nebûna şîrê zarokan, ji hemûyan nexwaştir jî hemû sibeyan kîjan jinên ciwan û xweşik hebûya hildibijartin û dibirin. Carekedin jî ne dihatin.

 

Sê mehan zêdetir halê me ev bû. Her diçû em kêm dibûn. Rojekê serê sibê gelek malbat barkirin ber bi Telaferê ve birin. Li wê derê li Hey Xezrayê bax û baxçe û pez pir hebû. Hemû Êzdî kirin xizmetkar, şivan, gavan û cotyar. Taybet em zarok bûn kêm karên giran bi me didan kirin. Me nedikarî bibêjin em naken. Ji ber îşkence dikirin. Rojekê hatin Baskal a kiça mamê mina 13 salî birin. Lê yek ji zîrewanan ku navê wî Mûsa bû, me jêrê digot Ebu Delal, hat got Baskal ya min e û ezê wê bibim, nahêlim bibin bifroşin. Yekser bir û me êdî nedît. Heta rojekê em hemû komkirin, zarokên ji 7 salî heta 13 salî zarokên xort birin bo ordugehên perwerdeyî ya leşkeri û birayê min ê mezin Reyan jî berkevt, Bîlal jî çû û heta naha min nedîtine û nizanim li kuderê ne. Şev dayîk û jinmama min li gel çend kesên bi temen gotin rabin emê birevin. Emê li Telaferê biçin, lê dîsa me dît DAIŞî hatine ser me û em girtin. Cezayê me jî bû cudakirina me ji hev. Ez li gel jinmameke xwe û sê keçe mamê xwe em birin bo dibistanekê û dayîk, xwîşk û birayê min ê biçûk jî birin û heta naha jî ez nizanim li kuderêne û min nedîtine.

 

Min jê pirsî tu bîra wan dikey? Menal nekarî xwe bigre û destbi girî kir û giryan ve got: ‘’Ez bîra dayîka xwe Îdê, xwîşka xwe Mîdyan û birayên xwe Bîlal û Reyan dikim.’’

 

Menal piştî demekê şûnde li ser çîroka xwe berdewam kir û got: Piştre rojekê gelek malbat û xêzan siwarê pasê kirin û em birin. Em demekî zêde çûn, heta êvarekî em geheştin bajarekî ku min nedizanî ka kudere, piştre jinmama min got ev der Reqaye.

 

Min got: Menal bi hûrî ji bo min behsa Reqayê bike. Menal jî bi aqilane got: Eger ez bi hûrî vegote bikim divê ez salekê biaxivim, ew jî nabe, lê DAIŞ her DAIŞ e. Piraniya cîh û malan jêrzemîn û pîs bûn. Em li mala kîjan DAIŞî bana, her xizmetkar û sivikayî û gotinên nexwaş û kar bime didan kirin û karên girin bi birsîti. Bi taybet di heyama wê sala kul i Reqayê de min yek DAIŞiyek nedît hindeki rehim di dilê wî de hebe. Tene yekî Cezayîrî hebû, pir qelew û gir û rihdirêjeke pîs bû. Lê car car ji me re digot dilêmin li we dimîne. Ew jî hinde digot, heger na tu tiştek ji bo me nedikir û tu tiştek jî destî wî nedihat. Me çi kiriba li me didan û digotin hûn kafirin. Heta rojekê me ji yekê re got, dayîk û bavê min ji minre digotin em Êzdî ne tu çima dibêjî hûn kafir in. Cîha bersiva min bide yek sîleyeke tund li min da û got here keça kafir an.

Risale Alşirkanî

BasNews –