Rojnameya “Peyama Kurd” di dîroka çapameniya Kurdî de yekem Rojname bû, ku bi her 3 zaraveyên Kurdî (Soranî, Zazakî, Kurmancî) digihişte ber destê xwendevanên Kurd.
Her wisa ev rojname yekem rojnameya Kurdî bû, ku bi firmayên Awrûpî yên belavkar li seranserî Awrûpayê dihate belavkirin û bi vî aweyî radestê xwendevanên xwe dibû.
Lê ji ber hinek sedemên konjokturî “Peyama Kurd” nekarî jiyana xwe bidomîne û rawestiya; lê em îro vê mizgîniyê didin gelê xwe, ku malpera “Peyama Kurd” di roja 29.06.2016 an de, wê ji nû ve bi riya medyaya elektronîkî dest bi weşanê bike.