Teqîn vê êvarê saat di 19.45’an de li nêzî firina Sala ya li taxa Salihiyê pêk hat. Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê û birîndaran dane, teqîn di encama êrîşeke xwekujiyê de pêk hatiye.
Welatiyên ku di teqînê de birîndar bûne diyar kirin ku kesekî bi motorsiklet hatiye nêzî firinê û piştre jî bi peyatî ketiye nava welatiyan û xwe teqandiye.
Di teqînê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên Wetenî, Hitmê û Leşkerî. Li gorî agahiyên ku rayedarên nexweşxaneyan dane di êrîşê de 2 jin, 3 zarok bi giştî 16 kesan jiyana xwe ji dest da.
Hêzên Asayîşê li cihê teqînê lêkolîn dikin. (ANHA)