Efrîn (Rûdaw) – Li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, hejmarek kargehên biçûk hene.
Di nav kargehan de berhemên xwecihî yên weke, zeytûn, zeyt, û şîr têne amadekirn.
1- Kargehên çêkirina zeytê
-250 kargeh
-92 kargehên pêşketî
Li herêma Efrînê bi giştî, 250 kargehên guvaştina zeytûnan û çêkirina zeytê hene.
Ji wan 92 kargeh pêşketî ne û bi şêweyekî otomatîk kar dikin.
Yên din jî kevn in, lê xizmeta cotkarên herêma Efrînê dikin. Ew salane derdora 200 hezar ton zeyt çê dikin.
Zeyta Efrînê li bazarên Sûriyê û derdora wê bi nav û deng e û xelkê Sûriyê jê re dibêjin zeyta Kurdî.
2- Kargehên bêrînê
-12 kargeh
Li Efrîn û çend gundê wê 12 kargehên bêrînê ango zeytûnên guvaştî hene. Ew bêrîn, zeyteke taybet dide, ku ji bo çêkirina sabûnê tê bikaranîn.
3- Kargehên sabûnê
-30 kargeh
-11 kargehên mezin
Li Herêma Efrînê, derdora 30 kargehên sabûnê hene, ji wan 11 kargehên mezin in.
Ew salane bi hezarên tonan sabûnê berhem didin. Sabûna Efrînê jî li Sûriyê jê re tê gotin sabûna Kurdî.
Li bazarên Sûriyê sabûna Kurdî gellekî tê xwestin. Hinek ji berhemê wê ji bo welatên din jî tê şandin.
4- Kargeha mast
Li Herêma Efrînê hin kargehên biçûk ji bo çêkirina mast û berhemên ji şîr çêdibin hene.
Herî dawî jî Şîrxaneya Bêrîvan li herêma Efrînê hat vekirin. Di vê kargehê de, tenê jin kar dikin ku hejmara wan 10 jin in.
5- Kargehên weke burxî, teneke, xortûm
Li herêma Efrînê herwiha weke kargeha burxiyan (civata), 2 karghên çêkirina tenekeyên vala, kargeha birrîn û amadekirina kevirên mermer, kargeha dagirtina betlên zeytê, kargeha xortûm û kargehên dirûtina cil û bergan jî hene.
Ev kargehên herêma Efrînê, salane kar ji sedên karmendan re li Efrînê peyda dikin.
Bi sedema dorpêça li ser Efrînê di nava 3ê salên borî de bi qutkirina rêyên wê, pîşesazî rastî gelek zehmetî û astengiyan tên.