Serrûpel Nûçe Rêdûr Xelîl serokê PYD Salih Mislim derewîn derxist

Rêdûr Xelîl serokê PYD Salih Mislim derewîn derxist

Belav bike

Hevserokê PYD Salih Mislim di hevpeyvîneke xwe de got li ser bûyerên Hesekê got tu hevdîtin di navbera hikûmeta Sûriyê û rêveberiya xweser û YPG de çênebûye. Îro jî berdevkê YPG Rêdûr Xelîl daxuyaniyek da û got hevdîtin çêbûye û wan li ser gelek xalan li hev kirine.

Fermandariya giştî ya YPG daxuyaniyek belav kir û got, wan  li hev kirine ku artêşa Sûriyê û hêzên berevaniya niştimanî ji bajarê Hesekê derkevin derveyê bajêr, tenê polîs di nava bajêr de bimînin, YPG hemû cihên di bin destê xwe de teslîmî Asayîşê dike û her du alî esîran bi hev diguherin. Her wiha hemû riyên Hesekê û rê li ber tevgera hêzên hikûmeta Sûriyê tê vekirin.