Serrûpel Nûçe Wezîrê Karê Derve yê Îranê hate binçavkirin

Wezîrê Karê Derve yê Îranê hate binçavkirin

Belav bike

 Duh, Wezîrê Karê Derve y Îranê Eli Ekber Salihî, bi balafireke taybet, li ser daweta Wezîrê Karê Derve yê Komara Qibrisê çûye Qibrisê. Hat îdia kirin ku Salihî, ji aliyê polisên bi terorê re tedikoşin ve hatiye binçavkirin.
Çapemeniya Komara Qibrisê, di nûçeyên xwe de diyar kiriye ku, Salihî, di lîsteya ku ji aliyê Ewrupa ve nayê xwestin de ye û li ser vê, li balafirgeha Larnakayê hatiye binçavkirin. Dûra Wezîrê Karê Derve yê Komara Qibrisê ketiye dewrê û Salihî berdandin daye.
Rayedarên Balyozxana Îranê, bûyer nederewandin lê tenê gotin, haja me jê tineye.