Serrûpel Nûçe Kobanî: Milet li serkirdeya PYD Eyşe Efendî xist (foto)

Kobanî: Milet li serkirdeya PYD Eyşe Efendî xist (foto)

Belav bike

Li Kobnî PYD bi zorê xelkê ji mal derdixîne û wan dibe ser sînorê bakurê Kurdistanê ji bo ku keviran bavêjin eskerên Tirk û şer derkeve.
Li gor malpeta Rojavanews, Serkirdeya PYD û di heman demê de hevsera, hevserokê PYD Salih Mislim Eyşe Efendî, dema ku dikandar mecbur kirin dikanên xwe bigirin û berê xwe bidin sînor grûpek ji ciwanên Kurd êrîşî wê kirin û li dijî biryara bi zorê girtinan dikanan derxistin. Ev çend rojin li Kobanî, asayîşa PYD li kolanan digere û bi zorê xelkê dibe ser sînor ji bo ku avakirina dîwarên li ser sînor ji aliyê Tirkiyê ve şermezar bikin.
Xelk jî diûirse madem PYD dewleta Kurdî naxwaze, madem li dijî avakirina dewleta Kurdistanê ye, madem dibêje dewleta netewî zerar e, çima li dijî avakirina dîwar derdikeve û ciwanan dide kuştin?!