Serrûpel Nûçe Cendirmeyên Tirk ciwanekî Kurd li Serê Kanî kuştin

Cendirmeyên Tirk ciwanekî Kurd li Serê Kanî kuştin

Belav bike

Şeva derbasbûyî komeke ciwanan hewl dan ji gundê Ezîziyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, lê hêzên cendirmeyan 2 ciwan ji wan girtin û ew bi tundî îşkence kirin.

Gundê Ezîziyê 10 kîlometreyan li rojavayê bajarê Serê Kaniyê ye.
 
Piştre cendiremeyan herdu ciwan avêtine nav sînorê Rojavayê Kurdistanê. Yekî ji wan ji ber dijwarbûna birînên xwe canê xwe jidest da, û yê din jî ji bo nexweşxaneya Roj li bajarê Serê Kaniyê hate şandin.