Çavkaniyekê ji bajarê Dêrikê ragihand ku, rojnamevan Ismaîl Elî ji aliyê grûpeke nenas ve hatiye revandin.
Ji aliyê xwe ve jî Sendîka Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê daxuyaniyeke nivsîkî belavkir, û têde ragiahdn ku di encama siyaseta girtin û tirsandinê de, heya niha 25 rojnamevan bi naçarî ji Rojavayê Kurdistanê derketine, û daxwaz ji desthilatdarên Rêveberiya Xweser kir, ku dest ji siyaseta girtin û revandina rojnamevanan berde.
Rojnamevan Ismaîl Elî xelkê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û peyamnêrê Arkê ye di televizyona Zagros de.
Ji alîkî din ve, çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand ku şeva yekşemê, Asayişa Rêveberiya Xweser endamê PDK-S Sebah Ebdulkerîm li ser duriya gundê Bekir oxlî girt.