Merasîma li Stadyoma Şehîd Franswa Herîrî çêbû.
Di merasîmê de peyama serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî hate xwendin.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî pîrozbahî li serkeftina xwendekaran û malbatên wan kir û di axaftina xwe de bal kişande ser rola xwendekaran diyar kir ku ew bang li kompanyayên navxwe û biyanî dike ku sûdê ji derfetên xwendekaran bigirin.
Barzanî her wiha behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê û Îraqê kir û got, ne hikûmeta Kurdistanê ne jî tu hikûmet li cîhanê nikarin hemû xwendekaran bi kar bikin, lê belê ew bi her awahî hewl bidin ku ji wan re bibin alîkar.
Serokê hikûmetê diyar kir ku ewê îmkanên kar peyda bikin.
Di dawiya axaftina xwe de Barzanî bal kişande ser çaksaziyê û got yek ji armanca hikûmetê jî pêkanîna çaksaziyê ye.