Li gorî medya dinivîe herdu kes jî ji alî gerîlayên PKKê ve hatine kuştin.
Heger ev herdu kes bi rastî jî ji alî PKKê ve hatibin kuştin û PKKê kuştinên wiha ji xwe ra kiribe siyaseteke nuh ev tiştekî şaş û pir xerab e.
Dewlet jî ji xwe li tiştekî wiha digere. Ev ji bo dewletê loto ye.
Dîsa ewê yekî ji vî alî û yekî ji wî alî bikujin.
Ez bi xwe kuştinên wiha şaş, bi zirar û ji bo kurdan pir tahlûke dibînim…
Kuştinên siyasî ne rast in û tu feydeyê nade kurdan û tevgera kurd ya netewî.
Belovacî wî dewlet kane ji kuştinên wiha feydeyê bigre û cînayetên salên 1990î yên ”qesasnediyar” dîsa dubare bibin.
Di vî warî da dewlet xwedî tecrûbeyeke mezin e û kane gelkî baştir û profesyoneltir bike.
Lema jî dibê PKK kuştinên wiha tu carî neke. Ev riyeke şaş e û şaşîtiya wê bi tecrûbe hatiye dîtin.