Ezîz Weysî ji Rûdawê re got: “Em li hêviyê ne ku plana me bi serbikeve. Ferman û plana operasyonê ji aliyê cenabê Serok Barzanî ve hatiye danîn.”
Weysî diyar kir ku ew bixwe jî dê li eniya Xazirê beşdarê operasyonê bibe û navçeyên ji wan re hatine diyarkirin, kontrol bikin.
Operasyona Mûsilê îro demjimêr 06.00ê sibê bi topbarankirina pêgehên DAIŞê yên li naverast û dora bajêr, dest pê kir.
Di yekemîn demjimêrên destpêkirina Operasyona Mûsilê de topxaneyên Hêzên Pêşmerge pêgeh û çeperên DAIŞê yên li derdor û naverastê bajarê Mûsilê topbaran kirin.
Fermandarê Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa ji Rûdawê re ragihand: “Emê wan navçeyên ji bo me hatine diyarkirin kontrol bikin. Piştî hingî jî dê hêzên me piştgiriyê bidin hêzên ewlekariya Iraqê.”