Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî peyama Musilê da

Nêçîrvan Barzanî peyama Musilê da

Belav bike

Îro hêzên pêşmerge, asayîş û hêzên navxwe yên ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, operasyona rizigarkirina bajarê Mûsilê dest pê kir. Ev ji bo hemû cîhanê bûyereke gelek giring e, ji ber ku destpêka rizgarkirina giringitirîn cîyê bin destê hêzên terrorist e ku DAÎŞê ew bajêr kiribû bingeha amadekirina pilanên êrîşên bo ser  hemû deverê û cîhanê. Hebûna DAÎŞê li wî bajarê giringê Îraq û deverê, bibû sedema rakêşna kesên şiderxwaz bo nav rêzên rêxistina terorîstiya DAÎŞê.

Li gor pilaneke pêşwext digel hevpymana navdewletî ya dijî DAÎŞê û digel hikûmeta Îraqê, îro, pêşmerge destpêka rizgarkirina wî bajarî dest pê kir.

Hêza pêşmerge bi fermandariya birêz Mesûd Barzanî serokê Herêma Kuridstanê û fermandarê hêzên çekdarên Herêma Kuridstanê, efsaneya DAÎşê li Koban û Şingalê li erdê têkşikand û piştî wê şikestinê li hemû deveran DAÎŞ hat têkşikandin, îro jî bi fermandariya serok Barzanî û mêrxasiya pêşmerge mezintirîn operasyona jinavbirina DAÎŞê dest pê kir.

Pêşmerge di nava du sal û nîvên borî de, bi azayetiya xwe û bi îmkanên gelek kêm yên leşkerî, mezintirîn qaremanî li hember mezintirîn û metirsîdartirîn rêxistina terorîsta cîhanê nîşan da û mirovatî ji metirsiyeke gelek mezin parast, ji ber vê yekê divê hemû cîhan û civaka navdewletî bi rêz û qîmet li rola pêşmerge binêrin.

Pêşmerge, malbat û kesûkarên pêşmergeyan jî guh nedan kirîz û xirabiya rewşa darayî û sirbilndiyeke mezin ji bo xwe û ji bo gelê Kurdistanê qeyd kir û şerê Mûsilê jî dê bibe kopîtka şanaziya pêşmerge ku, îro hemû cîhana azad li hember hêzeke hov ku gefan li hemû azadî û aramiya cîhanê dike, diparêze. Ji bo pêşmerge şanaziye ku hemû pêkhateyên deverê biparêze û herwesa pêşmerge bûye cengawerê parastina azadiyê li hemû cîhanê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bona serkeftina operasyona Mûsil, hemû hêsankarî kirin ku digel hikûmeta Îraqê li hev bikin, hikûmeta Herêma Kurdistanê, weke beşek ji hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞ,  bi timamî wezîfeya xwe bi cî aniye û hêsankarî jî ji bo hemû rêxistinên navdewletî, medya navxwe û cîhanî ji bo romalkirina ew şerê cîhan li dijî rêxistina terorîstiya DAÎŞ dike, kirine, tevî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber hebûna kirîza êkonomî û hebûna zêdetir ji du milyon koçber û penaberên surî û navxweya Îraqê ku 32%  şêniyên Herêma Kurdistanê zêdekirine, di rewşeke dijwar de ye û bêy ku hevkariyên pêwîst bi hikûmeta Herêma Kurdistanê bên dan û pêdawîstî û xizmetgozarî ji bo wan koçber û penaberan bên dabînkirin.

Îro operasyona mezin dest pê kir, lê ji dirustbûn û êrîşên DAÎŞê careke din diyar bû ku, asayîşa cîhanê hemû bi hev re girêdayî ye, dirustbûna DAÎŞê li Îraq û Suriyê ji bo hemû cîhanê metirsî bû û êdî metirsiya wê rêxistinê bi tenê di çarçoveya welatekî de nine. Pêdviye dewletên herêmî û civaka navdewletî, ji bona jinavbirin DAÎŞ bi yekcarî û nehêlanan aqarê dirustbûna rêxistineke din a weke DAÎŞê, hizira xwe di çareseriya bingehîn ya pirsgirêk û pirsgirêkên wan deverên nakokiyên wan dibin aqar û bingehê dirustbûna wan rêxistinan. Divê bi awayekî hişiyartir bîr li sîstem û îdareyeke minasib û çareseriya siyasî bikin li wan deveran bo qonaxa piştî DAÎŞê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye roleke bihêz di pêkanîna çareseriyeke aştiyane li deverê bilîze.

Bi helkeftina destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê, silavan ji pêşmerge re dinêrîn û hêvîdarîn Xwedayê mezin canê pêşmerge û hemû hêzên Îraqê û hevpeymana navdewletî ku beşdariyê di qonaxên operasyona rizgarkirina bajarê Mûsil û derdûra wê dikin, biparêze.  Ji Xwedayê mezin dixwazîn hevwelatiyên sivî li Mûsil û deverên derdûra wê biparêze û Mûsil bibe bajarek mezin û geş yê deverê û dûr be ji wêranbûn.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
17.10.2016