Romanivîsê Kurd yê navdar Jan Dost lal bû ye (vîdyo)
Helbesta Kobanî
Jan Dost
Malek min hebû şên û ava bû
Ji Kurdistanê li Rojava bû
Li taxek ciwan aram û naz bû
Dîtina wê her bo min miraz bû
Bi bav û dê ez li wê xwedî bûm
Weke berxikan têde kedî bûm
Lê jê dûrketim ez ji neҫarî
Pişta xwe dayê min bi hejarî
Min hêvî dikir rokê vegerim
Dîsa bi şadî têde bigerim
Maç bikim yek yek dîwar û derî
Li wir têr bibim ji hêsr û girî
Bibînim dost û xizm û hevalan
Bigerim li nav zikak û malan
Ev xewna min bû heye pazde sal
Ku carek din ez vegerim li mal
Lê têkçû ew xewn wek bûka berfê
Bû wek kelemper firiya ber bê
Nema dikarim vegerim welêt
Dil ji qehran re bûye ar û pêt
Dê vegerim kû ey kevirên sar!
Kanîn li kû man ew der û dîwar!
Ew gul û ew dar ew dost û ew yar
Ew kolan û şar, ew cih û ew war!
De bêje malê ka xwişk û bira!
Ҫima yek bi yek vemirîn ҫira!
Kanî hinara diya mi ҫandî!
Ka ew Qurana bavê mi xwandî!
Ka ew azana Bozan û Hebeş
Ku ji mizgeftê bilind dibû xweş
Ka ew kaxez û pirtûk û xame
Ka şevbuhêrkên li wê taxa me!
Ka ew ezmanê tijî sitêr bû
Ji bextewerî ҫavê me têr bû
Kanî Mihela Seyda li kû ma?
Niha bûye war bo kund û bûma
Kanîn cîranên pak û dilsade
Dipirsim kesek bersivê nade
Kanîn newrozên li ser Miştenûr
Gava ref bi ref diҫûn gir û hûr
Wek perwaneyan zarokên şepal
Didane pey hev di dest wan de al
Dengê awazan dunya dihejand
Buharê li wir govend digerand
Ka ew buharên deşta berazan
Ka “Feyd” û kanî “Dara Mirazan”!
26 Ka “Mekteba Jor” kanî ew “Sera”!
Ҫima warê me nema ji me ra!
Kanî Qonaxên Hirço û Bozan
Mîrên wê deştê, begên Berazan
Kanî ew hewşa mîna bihiştê
Kanî ew rezê şên li teniştê
Kanî mizgeft û gora bav û dê
Îro dibînim mane li erdê
Bibûre bavo dayê bibûre
Destêm naghên we Kobanî dûr e
Kezebperitî dil tijî jan im
Tenê me îro ez bargiran im
Nikarim tucar derdê xwe bêjim
Lal im, mirî me, sersam û gêj im
Gotin ҫi dikin? birîn xedar e
Daxa di dil de zêde dijwar e
Hovên dirinde hatin pêl bi pêl
Bi navê xwedê kirin hêlehêl
Dilê wan ji wan alên wan reştir
Dikuştin jin û mêr û hûr û gir
Kaşê Miştenûr gemarî kirin
Kobanî ji dû reş tarî kirin
Ketin malên me, hovên serserî
Me ew didîtin li ber her derî
Gund ji şêniyan vala bûn hemî
Derya pêldar bû tunebûn gemî
Millet perîşan, jar û aware
Bi çolan ketin qîr û haware
Manî pirr hebûn li ser sînoran
Qurban pirr ketin li hawîrdoran
Li pê xwe hiştin xelkê, milk û mal
Xanî û dar û dewar û sewal
Tena ruhê xwe berî dan bakur
Berx bûn, bazdidan ji ber qîlên gur
Erd û ezman bûn neyar û dijmin
Derdê Kobanî bipirsin ji min
Lê egîd hebûn piling û şêr bûn
Keçên gulîsor, ne tenê mêr bûn
Deng dan li cîhan wan kezîzeran
Tev bûne sembol, wek pêximberan
Lê sed heyf nebû siyasetek baş
Kesên pirr nezan şaş gerandin aş
Xwe tenê dîtin mafdar û zana
Millet perîşan kirin ewana
Ji Dêrikê ta Efrîna rengîn
Xelk azirandin pirr rijandin xwîn
Şarê Amûdê xistin bin lingan
Ciwan lê kuştin wan bi tivingan
Mixabin û heyf û sed mixabin
Welat bi rêve birin wek dijmin
Xelkê ji ber wan vala kir welat
Gelo ma rast bû ew kar û xebat?
Kobanî kirin bazara xwînê
Kesî guh neda nal û birînê
Gelek nav têdan, ew firandin jor
Ew mezin kirin bo armancên kor
Çi bibêjim ez birîn pirr kûr e
Armanca ku em li pê ne, dûr e
Dest nadin hevdu hêzên siyasî
Xema hemûyan maye ew kursî
Dîroka bi xwîn ew fêr nekirin
Loma jî carek din doz têk birin
Lê hêvî namre heta kurd hebin
Bêguman derî wê l`ber me vebin
Çiqasî ji me dûr bibe armanc
Emê bighênê soran û kurmanc
Kurdistana me wê serbixwe be
Milletê kurd wê nema kole be