Serrûpel Nûçe Erdogan: Emê bi zorê YPG-PYD ji Munbicê derxînin

Erdogan: Emê bi zorê YPG-PYD ji Munbicê derxînin

Belav bike

Receb Teyib Erdogan, di civîna Mixtaran de axaftinek pêşkêş kir got yam wê hêzên PYD bi rihetî derkevine rojhilatê Çemê Firat yan jî wê bi zorê werin derxistin.

Erdogan wiha got, wan Dabiq ji destê Daişê derxistin, niha wan berê xwe dane Babê, eger PYD û YPG derkevin hemberî wan, ewê nesekinin û şerê wan jî bikin, ewê ji Babê jî berê xwe bidin Munbicê.

Serokomarê Tirkiyê dîsa bal klişande ser Mîsaqî Milî û got ew tiştekî dîrokî, dokument û belge hene, lê çavên wan ne di axa Îraqê de heye ne jî di axa Sûriyê de.

Ergogan eşkere kir ku wan ji dostên xwe yên Emerîkî re jî gotine, ewê şerê xwe li hemberê DAIŞ-PYD-YPG berdewam bikin.