Serrûpel Nûçe Dr. Silêman di şerê DAIŞê de birîndar bû (vîdyo)

Dr. Silêman di şerê DAIŞê de birîndar bû (vîdyo)

Belav bike

Dema ku başûrê Kurdistanê kete xeterê, di şerê li dijî Daişê de, ji her çar perçeyên Kurdistanê, Kurdan berê xwe dane başûr û di sengerên şer de cih girtin û sîng bi sîng berê xwe dane çekdarên Daişê.

Li ser axa başûrê Kurdistanê, ji rojava, bakur û rojhilatê welat şehîd ketin, birîndar çêbûn.

Li vir li başûrê Kurdistanê, hêzên cuda cuda yên pêşmerge hene, hinek ji wan xwebexş in, ji bo ku axa welat ji êrêşên Daişê biparêzin, dest ji her tiştî berdan û berê xwe dane sengeran, mil bi milê pêşmergeyan şer kirin.

Yek ji wan pêşmergeyên xwebexş Seit Çurrukaya ye, ku bi navê Dr. Silêman tê naskirin.

Ew ji bakurê Kurdistanê ji aliyê Bîngolê ye.

Berî ku tevlî PKK bibe, wî li zankoyê beşê bijîûkî dixwend. Piştre dev ji xwendina xwe berdide û di nava û di nava tevgera rizgarixwaz ya Kurdistanê de cih digire.

Dibe fermandarekî bilind û serkirdeyekî PKK yê bala.

Piştî ku serokê PKK Abdullah Ocalan tê girtin, riya wî û partiya wê ji hev cuda dibin. Demekê li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê dimîne.

Piştre diçe Almanya, dibe hemwelatî û li wê derê xwendina xwe ya zankoyê berdewam dike, beşê pêwendiyên civakî li zankoya Hamburgê temam dike.

Dr. Silêman, dema ku dibîne Kurdistanê rastî êrîşa Daişê hat û welat kete xeterê, dest ji her tiştî ber dide û berê xwe dide başûrê Kurdistanê.

Kincên pêşmergeyan li xwe dike, weke pêşmergeyekî xwebexş diçe sengerên şer û vê carê li başûrê Kurdistanê, di şerê parastina welat de cihê xwe digire.

Piştre, hêzeke pêşmergeyan bi navê Agirî ava dike, di nava wê hêzê de, pêşmergeyên xwebexş cih digirin, Dr. Silêman wan perwerde dike, hem dersên siyasî, hem jî dersên eskerî dide wan.

Di nava şer de, ew weke pisporekî pûçkirina mayînên ku Daiş çandine kar dike. Bi pûçkirina otomobîlên Daişê yên bombekirî re, ew dikare jiyana bi sedan pêşmerge ji şehîdbûnê rizgar bike.

Dr. Silêman, duh roja 26 meha dehan, dema ku ew û hevalên xwe yên pêşmerge dikevine tunele mezin ya Daişê,
li gundê Tiz Xiraba mezin,  ku ser bi Başîkê ve, piştî nîvro di encama teqîna mayînan de, ew di rûyê xwe de giran birîndar dibe.

Wî bi helîkoptereke taybet digihînin Hewlêrê, ew niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriyeke tund ya bijîşkan de ye.