Mele ji hikûmeta Tirkiyê daxwaza azadkirina parlamenterên HDP yên girtî kir.
Sekreterê PDK-S, her wiha ji PYD jî xwest ku girtiyên wan yên siyasî berdin.
Heta niha bêhtirî 30 serkirdeyên PDK-S û ENKS di zindanên rêveberiya xweser de girtî ne û kesek nizane wê çarenivîsa wan çi be.
Ew kes, piştî ku beşdarî merasîma şehîdekî pêşmerge yê rojavayê Kurdistanê bûbûn, ku li başûrê Kurdistanê şehîd ketibû, ji aliyê asayîşa rêveberiya xweser ve hatibûne girtin.