Serrûpel Nûçe FLAŞ: Ehmed Turk hate girtin

FLAŞ: Ehmed Turk hate girtin

Belav bike

Ehmed Turk kî ye?

Ehmed Tirk (bi tirkî: Ahmet Türk) 1942 li Dêrika Çiyayê Mazî – Mêrdîn siyasetmedarekî Kurd û Hevserokê Şaredariyê Bajêre Mezin Mêrdîn bû. Di nava refên CHP yê de dest bi polîtîkayê dike û di sala 1973‘an de dibe parlamenterê CHP yê yê Mêrdînê. Di Cûntaya leşkerî ya 1980‘î de tê girtin û di zîndana Amedê de dimîne. Di sala 1987‘î de dikeve Sosyal Demokrat Halk Partisi (SHP) û wekî parlamenterê Mêrdînê tê hilbijartin. Saleke şûnde ew û çend parlamenterên Kurd ji vê partiyê ji ber ku li Ewropa tevlî cîvînekê derbarê pirsgirêka Kurd bûne tên avêtin. Ehmed Turk û parlamenterên din ku ji SHP’ê veqetiyan partiyek nû bi navê HEP‘ê damezrandin.

Di sala 1994‘î de bi tevî hin parlamenterên Kurd tê girtin û 22 meh li girtîgehê dimîne. Bi damezrandina DTP yê ve ew dibe yek ji serokên vê partiyê.