Serrûpel Nûçe Rojnamevan Serdarî Darî revandin û îşkencekirin

Rojnamevan Serdarî Darî revandin û îşkencekirin

Belav bike

Doh danê êvarî grûpeke çekdar rojnamevan Serdarî Darî revandin û ew birin li nêzîkî bendava Şedadê piştî ku giran îşkencekirim ew avêtin çolekê.

Rojnamevan Serdar Darî dibêje, ku bi qondaxa Kilaşînkovê û bi boksan, bi pehînan li lêdan û kêrek jî li pişta wî xistin, lê  di wê demê de nakokî di navbera endamên wê grûpê bi xwe de derket, lewma ji mirinê rizgar bû û xwe avête bexte maleke Ereb li gundekî Şedadî û şev li cem wan hat dermankirin, heta ku malabata wî xwe gihandin wî û ew birin nexweşxaneyê û hat emlyatkirin.

Li nexweşxaneyê rewşa wî pir têk çû, ji ber ku şeveke temam li ser birînên wî derbas bû bê ku bi başî were dermankirin, lê niha ew hinek hatiye ser hişê xwe.