Serrûpel Nûçe “Em ligel Bexda hevdîtinên Kurdistana serbixwe dikin”

“Em ligel Bexda hevdîtinên Kurdistana serbixwe dikin”

Belav bike

 

Berpirsê eniya Mexmûr û Guwêrê yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Sîrwan Barzanî ji rojnameya Die Welt a Almanyayê re hevpeyvînek kir û diyar kir, piştî Mûsil ji DAIŞê bê paqij kirin, ji bo dewleta serbixwe ya Kurdistanê, li gel hikûmeta navendî ya Iraqê bi awayekî fermî hevdîtin dê destpê bikin û ew hevdîtin naha jî hene.

 

Sîrwan Barzanî got, herêma Kurdistanê sedî 97ê vê ji DAIŞê hatiye paqijkirin û got: ‘’Bi hikûmeta navendî ya Iraqê re Kurdistana serbixwe dibe yan na me li ser wê  dest bi hevdîtinan kiriye, em gotûbêjan dikin. Di pêşerojê de ji bo hemû herêmê dê rapirsî ango referandûmek pêkbê.’’

 

Li ser pirsa operasyona Mûsilê di navbera Kurdan û hikûmeta navendî de çi bandorekî erênî yan xirap ava kir, Sîrwan Barzanî got: ‘’Belê pêşketineke dîrokî pêkhat. Cara yekê ye hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bi awayek hevbeş operasyonekê dikin. Li gel serokê me şandeyek çû Bexdayê û li wê derê hevdîtinên pir erênî pêkhatin. Em ji bo DAIŞ têkbiçe û piştî rizgarkirina Mûsilê di navbera her du aliyan de bawer dikin û hêviya me ew e ku wê rêkeftinek baş pêk bê.’’

 

Sîrwan Barzanî li ser pirsa armanca we ji rêkeftina erênî çiye? diyar kir: ‘’Şer kirina Pêşmerge û artêşa Iraqê di yek çeper de bixwe dibe bingehê rêkeftinek waha ya baş. Wê gotûbêjên Kurdistana serbixwe jî pêkbên. Bexdayê got çima nebe. Li Bexda parçebûna welat û bi awayekî fermî dewleta me gotûbêj kirin, ji bo me jî rewşekî nû ye. Gotin piştî ku Mûsil ji DAIŞê hate paqijkirin, hem li ser bajêr, hem jî li ser bi giştî herêmê em amadene li gel we gotûbêjan bikin.’’ BASnews