Serrûpel Nûçe FLAŞ: Barzanî peyameke ji bo Amûdê belav kir

FLAŞ: Barzanî peyameke ji bo Amûdê belav kir

Belav bike

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser peyameke piştgirî û spasiyê ji bo xelkê Amûd yê rojavayê Kurdistanê şand.

Di peyama xwe de serok Barzanî dibêje, rêz û spasiyên xwe pêşkêş xelkê berxwedêr yê bajarê Amûdê dikim, ku bergiriya li niştimanperwerî û hêjayên gelê Kurdistanê ne. Destxweş li we dikim, ku bi sebir û bi berxwedan hûn ala Kurdistanê diparêzin, ew al ku ala xwîna şehîd û nîşana pêkvejiyan û aştiyê ye.

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de ji bo gelê Amûdê dibêje, ez we piştrast dikim ku riya niştimanperwerî, rihê kurdayetî bi serdikeve û şermezarî ji bo wan kesan dimîne ku ala Kurdistanê dişewitînin û gênc û lawên Kurd îşkence dikin û diêşînin, û li dawiyê ewê baca wan tewanan bidin.