Serrûpel Nûçe YPG mecbur bû nûnertiya xwe li Prag bigire

YPG mecbur bû nûnertiya xwe li Prag bigire

Belav bike

Li gor rojnameya Prag Dêlî Monîtor, ji ber ku wê ofîsê nikaribû pêwendiyên têne xwestin bi siyasetmedarên Çîkî re deyne û nikaribû nûnertiya pirsa Kurd li Sûriyê bike û her wiha piştgiriyek ji Komara Çîk bi dest xwe ve neanî, nûnertiya xwe girt.

Nûnertiya YPG di meha Nîsanê de hatibû vekirin û fermandara YPJ Nesrîn Ebdullah bi kincên xwe yên eskerî ligel çend berpirsên PYD û siyasetmedarên Çîkî hatibû vekirin.

Berdevkê wezareta derve ya Çîk Mîxaîl Lagronova got, wan itîraf bi YPG nekirin û pêwendiyên dîplomatî ligel wê dananîn.

2 şervanên YPG û YPJ yên bi esil Çîkî ji aliyê Tirkiyê ve li Şuirnexê hatine girtin, duh jî werzîrê derve yê komara Çek çûbû Tirkiyê û daxwaz kri ku wan her du kesan teslîmî hikûmeta Tikriyê bikin.