Serrûpel Nûçe Sûriyê êdî di destê van welatan de ye

Sûriyê êdî di destê van welatan de ye

Belav bike

Lavrov îro ligel wezîrên derve yên Tirkiyê û Îranê li Mosko di konferasneke rojnamevanî de diyar kir ku, welatê wî piştgiriya Ragihandina Mosko dike û ewê dest bi amadekariyên danûstandinên aştoyê ji bo Sûriyê bikin.

Her wiha diyar kir ku her sê welatan li ser agirbestekê li seranserê Sûriyê li hev kirine.

Naveroka Ragihandina Mosko wê îro were eşkerekriin, di naveroka wê de hatiye ku Rûsya, Îran û Tirkyê garantiya danûstandinên ji bo aştiya li Sûriyê didin.

Wezîrê derve yê Îranê jî got hevkariya di navbera her sê welatan de wê dawî li serê li Sûriyê bîne.

Wezîrê derve yê Tikiyê jî ragihand ku ew ligel destpêkirina danûstandinan in, û ew li dijî perçekirina Sûriyê ne û divê kesek ji bo operasyonên Tirkiyê li bakurê Sûriyê xwe aciz neke.