Li Efrînê welatiyekî bi navê Mistefa Imer yê 29 salî, ku bavê 2 zarokan bû, hate idîakirin ku wî li nexweşxaneya Efrînê intîhar kiriye.
Ew berî 7 mehan ji bo eskeriya bi zorê hatibû şandin, û li kampa Kefir Cenne eskeriya xwe temam kiribû, piştî ku ew eskeriya xwe temam dike, wî dişînin aliyê Ezazê.
Di bûyereke tarî de ew li eskeriyê giran birîndar dibe, wî radikin nexweşxaneyê, nêzîkî 10 saetan di komayê de dimîne, piştî jiyana xwe ji dest dide.
Piştî ku dimire malbata wî tê agahdarkirin ku kurê wan li nexweşxaneyê intîhar kiriye, û dixwazin ew biçin termê kurê xwe bibin.
Malbat dibêje ew bi 3 fişekan hatibû kuştin, 2 fişek di serê wî de bûn.
Heta niha di derbarê kuştina wî de ne rêveberiya Efrînê, ne asayîşê û ne jî rêveberiya Nexweşxaneya Efrîn tu daxuyanî nedane.