Hikûmeta Sûriyê ji YPG û Hêzên Sûrya Demokratîk daxwaz kir ku di nava mehekê de ji Taxa Şêx Meqsûd û hemû taxên rojhilatê Helebê derkevin.
Ev daxwaza hikûmeta Sûriyê di civîneke hevbeş ya di navbera her du aliyan de hate kirin.
Di meha derbasbûyî de, YPG derbasî nava wan taxên rojhilatê Helebê bû, piştî ku hêzên opozîsyonê jê hatine derxistin, Şêx Meqsûd jî ev nêzîkî 3 salin ku di bin kontrola YPG de ye.
Niha Şêx Meqsûd û 6 taxên rojhilatê Helebê di bin kontrola YPG de ne.