Serrûpel Nûçe Li seranserê Sûriyê agirbest hate ragihandin

Li seranserê Sûriyê agirbest hate ragihandin

Belav bike

Ajansa Rûsî ya nûçeyan ragihand ku wê Putîn bi xwe li ser rêkeftina çavdêriya agirbestê îmze bike.

Serokê Rûsya got, 3 protokol hatine îmzekirin, yek ji wan di navbera hikûmeta Sûriyê û opozîsyona çekdar de, li ser agirbestê li seranserê Sûriyê, yek jî li ser danûstandinên aştiyê ye.

Wezîrê berevaniya Rûsya Sêrgî Şiwêgo hî got, êdî dema agirbestê ye li Sûriyê û ji bo pêkanîna agirbestê Mosko û Enqerê bi temamî li hev kirin.

Wezareta derve ya Tirkiyê jî ragihand ku îşev saet 12 wê agibest dest pê bike, rêxistinên ku neteweyên yekbûyî wan weke terorîst hatine naskirin, di nava wê agirbestê de cih nagirin.

Itîlafa Sûriyê piştgiriya rêkeftina agirbestê kir.

Wezîrê derve yê Rûsya Sergî Lavro jî got, wê Misir beşdarî danûstandinên atiyê bibe, her wiha piştî ku Trump were ser detelatê dibe ku Emerîka jî beşdarî hevdîtinên Astana bibe.