Hevserokê DBP Seydi Firat, ku roja 26 vê mehê ligel 8 kesan ji aliyê emniyetê ve hatibûne desteserkirin, îro biryara girtina wî derket û hate girtin.
Seydî Firat bi sûcê endametiya rêxistineke terorîst û çekdar hate girtin.
Li gor jêderên DBP, heta niha 50 şaredariyên wan, Qeyyûm hatine ser, 69 hevserokên şaredariyan hatine girtin, û bi kêmanî 3 hezar endamên partiya wan di zindanan de ne.