Serrûpel Nûçe “PKK û Hikûmeta Kurdistanê li Şengalê li hev kirin”

“PKK û Hikûmeta Kurdistanê li Şengalê li hev kirin”

Belav bike

 

Kesatiyekî nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand, her du aliyên PKK û Herêma Kurdistanê li ser mijara vekişîna gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) ji Şingalê gihîştine rêkevtinê.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî da xuyakirin: “Tenê ew yek maye ku derbarê mekanîzma vekişîna PKKê ji Şingalê de gotûbêj were kirin.”

 

Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê, Mihemed Emîn Pêncuwênî ku kesekî nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, di dauxyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Derbarê mijara vekişîna Hêzên Parastina Gel (HPG) ji Şingalê de, PKK û Herêma Kurdistanê gihîştine rêkevtinê.”

 

Mihemed Emîn Pêncuwênî herwiha got: “Weke ku birêz Karayilan jî li ser televizyonê ragihand, (ew) li gel PDKê rêkevtine, ku hêzên HPGê piştî nemana metirsiya DAIŞê ji Şingalê vekişin.”

 

Pêncuwênî diyar kir: “Tenê hêzên YBŞ û YBJ dimînin, ku ji êzidiyên devera Şingalê hatine avakirin û ew hêz rola bergirîkirin li Kurdên Êzidî dibînin.”

 

Bi gotina Pêncuwênî, diyalog û danûstandin di navbera her du aliyan de hêj berdewam e.

 

Her li ser vê mijarê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rêkevtina li gel PKKê piştrast kir.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re ragihand, ku wan ji bo vekişîna ji Şingalê bersivek erênî ji PKKê wergirtiye.

 

Dizeyî got: “Tenê ew yek maye ku derbarê mekanîzma derketina ji Şingalê gotûbêj were kirin.”

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha spasiya PKKê jî kir, ku di dema şerê li dijî DAIŞê de rola wan di alîkarîkirina Hêza Pêşmerge de hebûye.

 

Pêştir û di roja pênşemiya meha borî 15ê Kanûna 2016ê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Konfransa Serxwebûna Kurdistanê ya li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê de ragihandibû, pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve û tekez kiribû, ku hebûna PKKê li Şingalê bûye sedema çêbûna ne îstiqrariyê.