Serrûpel Nûçe Tirkiyê mafê welatîbûnê dide penaberên Sûriyê

Tirkiyê mafê welatîbûnê dide penaberên Sûriyê

Belav bike

Serokkomarê Tirkiyê, raghand welatê wî wê mafê welatîbûnê bidin hejmarek welatiyên Sûriyê û Îraqê.

Receb Teyip Erdoxan di gotarekê de li bakurê Kurdistaanê li Ruha aşkere kir, piştî bidawîhatina lêkolînên wezareta hundir ya Tirkiyê li ser hejmareke ji xelkê Sûrî û Îraqê ku li Tirkiyê penaberin, ewê nasnameya tirkî bidin wan.

Erdoxan eşkera jî kir, ji ber ku di nav wan de, endazyar û pizîşk û parêzer hene, ewê sûdê ji wan penaberan bibînin.