Di hevdîtinê de ji bilî Leyla Zana û Serokwezîr Erdogan, alîkarê serokwezîr Beşîr Atalay jî amade bûbû. Hevdîtin demjmêr û nîvekê domkir û çapemenî bi balikêşiyeke mezin li benda daxuyaniyekê bû ku ji aliyê amadevanên di civînê de bê kirin. Lê ji ber ti daxuyanî ji çapemeniyê re neyê danîn, Zana di deriyê protokolê re ji avahiyê veqetiye ne di deriyê ku çapemenî sekinî bû. Lê ji aliyekî din ve hat gotin ku Erdogan ji Zana xwestiye ku ‘ew li bendinê ku beşdariyê di projeya biratiyê û yekîtiya milî de bike.’
Avestakurd