Serrûpel Nûçe Mesrûr Barzanî ligel FOXNEWS axifî

Mesrûr Barzanî ligel FOXNEWS axifî

Belav bike

Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê, bi rêya kanaleke bi navûbang ê Amerîkayê ve, peyamek pêşkeşî rêveberiya nû ya Amerîkayê kir û ragehand, ‘’Hêvîdarim ji naha û pê de em bikarin bibêjin dervey çiya, Amerîka jî dostê me ye.’’

 

Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bernameya çîrokên şer a kanala fox news a Amerîkayê re ragehand: ‘’Me di cîha hemû cîhanê de qurbanî dan û xwîn rijand.’’

 

Di bersiva pirseke pêşkeşvanê bernameya çîrokên şer a kanala fox news de, ku pirs kir kurd çi peyamekê bo rêveberiya nû ya Amerîkayê re dixwaze bibêje, Mesrûr Barzanî ragehand: ‘’Em daxwaz ji rêveberiya nû ya Amerîkayê dikin, qurbanî dana me kurdan li ber çav be.’’

 

Herwaha got: ‘’Ji bo ew bîr û bawerî û nirxên ku xelkê Amerîkayê rêz lê digre me qurbanî dane.’’

 

Derbarê nêrînên herêma Kurdistanê yên derbarê azadî û demokrasî de jî got: ‘’Baweriya me bi azadî, demokrasî, rêz girtina mafê mirov, azadiya olî û pêkvejiyanê heye, ji bo wê jî giringe Amerîka piştevaniyê li herêma Kurdistanê bike.’’

 

Derbarê dostayetiya kurd û hêviya xelkê Kurdistanê ya bi Amerîkayê de jî Mesrûr Barzanî got: ‘’Gotineke kevin heye, ku dibêje kurd dervey çiya ti dostekî wan tuneye, ez hêvîdarim ji naha û pê de em bikarin bibêjin dervey çiya Amerîka jî dostê kurda ye.’’