Serrûpel Nûçe Çavuşoglu: Cihê YPG-PYD li Astana tune ye!

Çavuşoglu: Cihê YPG-PYD li Astana tune ye!

Belav bike

Di konferanseke rojnamevanî de, wezîrê derve yê Tiriyê Mewlut Çavuşoglo eşkere kir, ku wan Emerîka dawetî danûstanên Astana kirine, ku wê di derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê de li paytexta Kazakistanê li darkeve.

Çavuşolgo her wiha got, ku cihê YPGl di konferansa Astana de tune ye.

Tê çaverêkriin ku roja 23yê vê mehê li Astana di navbera şanda hikûmeta Sûriyê, û çekdarên opozîsyonê de danûstadin dest pê bikin.

Çavuşoglu wiha got:

Li Astana cihê YPGê tine ye, eger dev ji terorê berdin, eger dev ji perçekirina Sûriyê berdin, eger dawî li terora xwe ya li Tiriyê bînin, me fersend da wan, lê me dît niyeta wan çi niyet e, di operasyonên Mertala Firatê de jî me dît, armanca YPG ne şerê li dijî Daişê ye, armanca wê perçekirina Sûriyê ye. Em jî dibêjin, yekîtiya axa Sûriyê were parastin û rêveberiyek ji hemûyan û ji bo hemûyan hebe, ji ber vê yekê jî rêxistineke terorîst wê li ser maseya hevdîtinan tune be.