3 kesayetiyên kurd ji bo beşdarî Konferansa Astana bibin hatine vexwendin.
Cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûrî EbdulHekîm Beşar ku endamê serkirdayetiya ENKSê ye, di pêwendiyeke telefonî de, ji Rûdawê re ragihand ku ew ji bo konferansa Astana hatiye vexwendin.
Ebdul Hekîm Beşar ji Rûdawê re got, piştî hevdîtina 09.01.2017 ya şanda rawêjkariyê li Enqereyê hate lidarxistin, ew ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatim vexwendin ji bo beşdariyê di konfersana Astana bibe.
Hekîm Beşar got ku her yek ji parêzer Derwîş Mîrkan weke rawêjkar û Serokê ENKSê jî Ibrahîm Biro jî hatine vexwendin.
Her wiha diyar kir ku eger pirsên siyasî li Astanayê bêne behskirin, ewê jî behsa pirsa Kurdî bikin, ew jî bi navê şanda opozisyonê beşdar dibin, ji ber ku hemû aliyên opozisyonê wê weke yek şand beşdarî Danûstandinên Astana de.
Hekîm Beşar got, hîna ajandeya karê Kongreya Astanayê nehatiye diyarkirin. Lê wê di dema xwe de, roja 23.01.2017 were lidarxistin.