Serrûpel Nûçe Xwest Emerîka alîkariya Pêşmergeyên Rojava bike

Xwest Emerîka alîkariya Pêşmergeyên Rojava bike

Belav bike

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Amerîka xwest ku li Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de bi hêzên Pêşmergeyên Rojava re kar bike, ji ber ku ew  “tekane hêza bi bandor û pirr alî ye”.

Rojnameya NewYork Times, di raportekê de behsa astengiyên Amerîka dike, ji ber alîkarîkirya ku dide YPGê.

Li gor rojnameyê, ji ber wê alîkariyê, ku Emerîka bê sebeb da YPG, krîzeke cidî di navbera wê û Tirkyiê de derketiye, YPG ji aiyê Tirkiyê ve weke hêzeke terorîst û baskê eskerî yê PKKê li Sûriyê.

NewYork Timesê dibêje ku di serdana xwe ya Emerîka de, Mesrûr Barzanî ji berpirsên Amerîka xwastibû li Sûriyê di şerê DAIŞê de bi hêzên Pêşmergeyên Rojava re kar bikin çû ew dikarin aloziya siyasî ya li wê deverê vemirînin û aliyên siyasî nêzîkî hev bikin.

Pêşmergeyên Rojava ji ciwanên rojavayê Kurdistanê pêk tê, bêhtirî 4 hezar pêşmerge ne, li Kurdistana Başûr hatine perwerdekirin û ji ber ku PYD nahêle derbasî Rojava bibin û li başûrê Kurdistanê di şerê li dijî Daişê de bêhtirî 30 şehîdan dane.