Pêşmergeyên Rojava, hêza xwe berfereh dike û wê rê li ber hejmareke mezin ji keç û xortên rojavayê Kurdistanê veke ji bo ku beşdarî nava wê hêzê bibin.
Niha hejmara pêşmergeyên Rojava (Leşkerên Roj) bêhtirî 4.000 pêşmerge ne, ewê xwe bigihîne 15.000 pêşmerge û artêşeke mezin ya bi awayekî modern perwerdekirî ava bike.
Ji ber ku PYD rê nade ew pêşmerge derbasî rojavayê Kurdistanê bibin, ew niha li başûrê Kurdistanê ne û di şerê Daişê de berxwedaneke mezin kirine û bi dehan şehîd dane û gelek birîndar bûne.