Parlamentera HDPê ya Agiriyê Leyla Zana îro li ser rêya navbera Farqîn û Amedê hate desteserkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Agiriyê di derheqê Parlamentera HDPê ya Agiriyê Leyla Zana de lêpirsînek dabû destpêkirin. Zana li çarçoveya vê lêpirsînê ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin.
Hat ragihandin, Leyla Zana îro dema ku ji gundekî Farqînê ber bi Amedê ve diçû, ji aliyê polîsan ve hatiye sekinandin û li ser biryara desteserkirinê, ew birine dadgehê.
Leyla Zana di merasîma sondxwarinê ya 26emîn serdema Parlementoya Tirkiyê de (sala 2015an) dema ku sonda xwe dixwar, dêvla “Gelê Tirk” gotibû “Gelê Tirkiyê” ji ber vê sondê, serokê Parlementoyê jê xwestibû ku ji nû ve sonda xwe bixwe, lê Zana careke din sond nexwaribû.
Leyla Zana ji ber vê sondê nikare beşdarî civînên yasadanînê bibe, herwiha şêwirmend û sekreterên wê jî ji destê wê wergirtin û odeya wê ya parlementoyê jî vala kirin.
Piştî vê yekê Zana çû gundekî û bi mehan e li gundekî Farqînê ya Amedê dimîne.
Leyla Zana di hilbijartinên sala 1991ê de, ji lîsteya SHPê weke parlamentera Amedê kete Parlementoya Tirkiyê. Di dema sondxwarinê de, rengê kesk û sor û zêr li pora xwe girê dabûn û bi Kurdî got: “Dê ji bo bi hev re jiyana demokratîk a gelên tirk û kurd bixebitin.” Li ser van gotinan di Parlementoya Tirkiyê de tevlîhevî derketibû û parlementerên neteweperest bi gotinên wekî “cudaxwaz , terorîst , wê bavêjin zindanê” êrîş kirin ser Leyla Zana.
Di 17ê Adara 1994an de ew û hevalên wê Hatip Dicle, Selim Sadak û Orhan Dogan hatin girtin û di 8ê Kanûna 1994an de bi hinceta endambûna rêxistinê 15 sal cezaya girtîgehê hatibû dayîn.
Di 8ê Hezîrana 2004an de jî ji Girtîgeha Enqerê hatin berdan.
Piştî standina îfadeya Leyla Zana, dîsa serbest hate berdan
(Rûdaw)