Serrûpel Nûçe Polîsan avêtin ser mal û bîroya Sarkozy

Polîsan avêtin ser mal û bîroya Sarkozy

Belav bike

Serokomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy, bi îdiayên nerêtiyê, di derheqê wî de, daraza Fransa dest bi lêpirsînê kir. Piştî ku destnedayîna Sarkozy rabû, polîsan li mal û biroya Sarkozy lêgerîn kir. Di hilbijartinên 2007 an ên Serokomariya Fransayê de, tê îdiakirin ku, paydarê mezin yê L’Oreal Kozmetîkê Liliane Bettencourt, di kampanya hilbijartinan de derzagonî fon veguhestine. Di vê bergehê de Dadgeha Bordeauxê lêpirsînê dike. Piştî lêgerîna mal û biroya Sarkozy, hat ragihandin ku, dest nedane ser ti belgeyêm Sarkozy.
Ev bûyera di sala 2010 an de eşkere bibû û li Fransayê wek “Bûyera Bettencoyrt” dihat binavkirin. Tê îdiakirin ku, 150 hezar Euro di kampanyaya hilbijartinan de dane Nicolas Sarkozy. 
Destnedayîna Nicolas Sarkozy, 16ê Hezîrana 2012 an de rabibû.