Serrûpel Nûçe Kongreya Qahîre negihişt armanca xwe

Kongreya Qahîre negihişt armanca xwe

Belav bike

 Berpirsê Têkiliyên Derve yê Encumena Kurdên Sûriyê Ebdulhekîm Beşar û Endamê Polîtbureya Partiya Çep ya Kurd li Sûriyê Şelal Gedo diyarkirin ku Kongre xwedî li soza xwe nederket û gav paşde avêtin. Li gor Aknewsê, Ebdulhekîm Beşar got ku Kongreya neyar û opozîsyona rejîma Sûriyê têkçû û negihişt armancên xwe ku hevgirtina helwest û opozîsyona Sûriyê bû. Her weha got ku Kurd ji Kongreyê vekişiyan ji ber ku civata niştimanî ya Sûriyê ji peymana ku beriya civîna Qahîreyê îmze kiribû, gav paş de avêt. Şelal Gedo jî heman xal û helwest anî ziman û diyarkir ku beriya Kongreyê Encumenên Niştimanî yên Sûriyê û Kurdan li hevkiribû ku di civînê de neteweya Kurd li Sûriyê bê qebûlkirin. Lê di belavoka dawî ya civînê de qet behsa Kurdan nehat kirin û heta navê Kurdan jî tê de nehat nivîsandin. Gedo got ku ji ber vê helwestê nûnerên Kurdan civîn terikandin. Lewre em dibêjin civîna Qahîre negihişt armanca xwe.

 

Avestakurd