Li gor hevpeyvîna ANF’ê ligel Serokê KCK’ê Mûrat Karayîlan pêk anî. Karayîlan diyarkir ku sedema tundbûna pevçûnên di navbera PKK’ê û dewleta Tirkiyê de siyaseta AKP’ê ye. Û got ku ger di siyaseta xwe ya tunekirinê de berdewam be û neyê diyalogê dê şer dijwartir û xurtir bibe. Û got jî “Ger pêwîst bike emê bi Herêma Kurdistanê re bibin yek û serxwebûna xwe ragihînin.” Karayîlan redkir ku îstîxabarata Brîtanya di hevdîtinên Oslo yên di navbera PKK’ê û dewletê de amade bûbe. Diyarkir di van hevdîtinan de Saziyeke Navnetewî ya sivîl bû û got “lê ez navê wê nabêjim.” Karayîlan bê ku navê parlementera bajarê Diyarbekirê Leyla Zana bi nav bike, bal kişand ser hevdîtina Zana ligel Erdogan û got “Bila her kes bizane, ji bilî Serok Apo kesek nikare pirsa Kurdî çareser bike. Heke dewleta Tirkiyê dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, bila bi wî re diyalogê bike.” Her weha der barê rewşa Serokê PKK’ê Ocalan de got ku siyaseteke milî li dijî wî tê meşandin û diyarkir ku ew “Em zindana malê naxwazin, azadiya wî dixwazin.”
Avestakurd