Li roja 4/7/2012’yê bi amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmetê, Parêzgerê Bajarê Duhokê û berpirsên bilind yên vî bajarî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî projeya ava mezin ya Xirab-Dêm li devera Duhokê vekir. Li vir Serokwezîrê Hikûmetê di axivitina xwe de bal kişand ser kar û xebatên Hikûmetê yên li salên 2004-2005’ê û diyarkir ku projeyên Hikûmetê li wê dema kurt û bi derfetên kêm kar û xebatên rast û dirust kiriye yên weke; av, elektirîk, tendirustî, perwerde ku pêdiviyên xelkê me yên lezgîn in. Got jî ku Hikûmeta Hetemîn jî weke yek tîm kar kiriye. Her weha Nêçîrvan Barzanî got ku ew xizmeta gelê xwe dikin û weha pêdeçû “Em di wê baweriyê de ne ku em li ser rêyeke rast û dirust xizmeta gelê xwe dikin û heta xewna wan kesên ku bi xizmet û westiyana xwe azadiya îro bidest anîne û heta bikarin xewnên wan bikin rastî dê li ser rêyê berdewam bin.”
Avestakurd