Serrûpel Nûçe FIFA’yê laçik pejirand

FIFA’yê laçik pejirand

Belav bike

Desteya Yekitiya Futbolê a Navneteweyî (IFAB), di civîna xwe de diyar kir ku, Komîteya Tıp a Navneteweyî, laçikên ku ji aliyê FIFA’yê ve ji wan re hatine şandin, ji bo tenduristiya lîstikvanên jin ti zirarê pêk nînin. Li ser vê FIFA’ye, ji bo girêdana laçikê destûr da.
Cîgirê Serokê FIFA’yê Mîrzayê Urdunê Elî, piştî biryarê daxuyanî da û diyar kir ku, ji bo qedexe rabe wana pirr têkoşîn da ye. Elî, “li welatên misilman jinên lîstikvan ên ku mecbûrin laçikê girêbidin, ji bo ku wana di pêşbirk û lîstikan de karibin laçikê girêbidin, me saleke ku kampanya lidardixistin.”
FIFA’yê, di sala 2007 an de, bi hinceta ku laçik di pêşbirkan de pirsgirêkên ewlekariyê derdixînin, bi laçik an remzên olî derketina qadê qedexe kiribû. Vê biryarê, li welatên misilman bertekên mezin girtibûn.
Sala çûnê di Lîstikên Olîmpiyatan ên Londonê de, tîma futbolê a jinan a Îranê, bi laçik bera qadê nedabûn û ji ber vê dîsqalîfiye bibûn.