Serrûpel Nûçe Di weşana zindî de bi sîlehê êrîş kir (Vîdyo)

Di weşana zindî de bi sîlehê êrîş kir (Vîdyo)

Belav bike
Di televizyona Urdinî de, li ser Suriyê niqaş dihat kirin. Parlementerê Urdinî Muhammed Shawabka, bi analîstê siyasî Mansur Seyfeddîn el Dîn Murad re kete niqaşeke tund. Di weşana zindî de, analîst, ji parlementerê Urdinî re got, “tu sîxurê Îsraîlêyî.” Li ser vê gotinê parlementer Muhammed Shawabka xwe wenda kir. Pêşiyê sola xwe firande analîstê hemberî xwe. Aş nebû û dûra jî dest avête çeka li ber xwe û ji wî re çek kişand. Her du mêvanê bernamê rabûne hev. Pêşkeşvan şaş bû ku çi bike.