Annan di hevpyevîneke ligel rojnameya Le Monde ya Fransî de, aşkerekir ku ew di pêk anîna plana agirbest û aştiyê ya ji bo Sûriyê bi sernektî ye. Annan diyarkir ku ev 16 meh in bûyer li Sûriyê diqewimin û ew ev 3’ê meh in tevlî vê qonaxê bûye. Annan tekez li wê yekê kir wan ji bo pêk anîna plana agirbest û aştiyê lê ew bisernektin û got jî tekez divê Îran jî tevlî gotûbêjan bibin. Her weha Annan bal kişand ser mijara çavdêran ku tê behskirin ku nikarîne tundiyê rawestînin û got ku rola wan ne ew bû, lê belê rola ew bû ku çavdêriyê li sekinandina şer bikin.
Avestakurd