FBI’yê, sala çûnê çeteyeke hackeran a ku ji 6 kesan pêk dihat û vîrusa bi navê “DNS Changer” belav dikirin girtibû. FBI, ji bo ku bandora vê bi temamî biqedîne, îro fîşê înternetê dike bikişîne. FBI’yê vê operasyonê wek “Klika Xeyalet” bilêv dike û di vê operasyonê de vê gavê wek qonaxa dawîn dibîne. Di vê qonaxa dawîn de, heta bandora vîrusan a li ser DNS’yan derbas bûye, dike înternetê rawestîne.
Ev vîrusana, bi DNS’yên compîturan ve dibin û navnîşana malperan diguherînin. Dema mirovek dixwaze têkeve malperekê, ev vîrusa navnîşana wê malperê diguherîne û mirovan dixe malperên zirardar. Tê texmîn kirin ku, heta niha zêdetirî 100 hezar compîtur bandor ji vî vîrusî girtiye. Li gorî lêkolînan, nîvê ew compîturên ku zirar dîtine li Amerîkayê ne. Li Tirkiyê compîturên zirar dîtine pirr hindik in.