Serrûpel Nûçe Serokwezîr nahêle wezîr vala bimînin

Serokwezîr nahêle wezîr vala bimînin

Belav bike

bi amadebna cîgirê serokwezîr Îmad Ehemd, di bin srokatiya serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de civiya.

Di civînê de rapretek li dor ew amarên (îstatîstîkên) ji aliyê saziyên Netweyên Yekgirtî ve di heftiya borî de li ser Kurdistanê hatine belavkirin hat minaqeşe kirin. Di raporta Netweyên Yekgirtî de rêjeya bêkariyê, nexwendewariyê, nexweşîyan, şideta li dijî zarok û jinan, sewyeya xizmetgozariyên giştî yên weke; av, kareba û bakijiya jîngehê li herêma Kurdistanê hatine destnîşan kirin.

Di wan amarên (îstatîstîkên) saziyên Neteweyên Yekgitî li ser herêma Kurdistanê weşandine, tê xuyakirin ku, herêma Kurdistanê di wan hemû amaran de ber bi pêş çûye ku ”Ev yek jî cîyê dilxweşiya civata wezîran bû.”

Di axavtinekê de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:
– Ev rêje (nisbe) û datayên di raporta saziyên Neteweyên Yekgirtî da hatine destnîşan kirin cîyê dilxweşiyê ye, lê belê ev hêşta kême, divê hemû wezaret di wan waran de bixebetin heta em digihjin standardên navdwewletî.

Di civînê de li ser wan amarên ji aliyê saziyên Neteweyên Yekgirtî ve hatine kirin çend birya rhatin dan:
1- Wezareta pilandananê digel wezaretên peywendîdar, ji bo lêkolîna wan amaran komîteyekê pêkbînin û ew îstatîstîkên Neteweyên Yekgirtî bikin bingehê karê wezaretên Kurdistanê.
2- Bi beşdariya aliyên peywendîdarên hikûmeta Îraqê, amadekarî bo serjimêriya giştî bo herêma Kurdistanê bê kirin daku, di hemû waran de amar bên kirin û ew amar bibine bingehê karên wezaretan.
3- Wezareta pilandananê digel wezaretên peywendîdar ji bona damezrandina saziyeke amarê bo herêma Kurdistanê bixebitin. Ew saziya amarê di warên cihê de amaran amade bik û di warê destnîşankirina rêjeya bêkariyê, nexwendewariyê, nexweşiyan û xizmetgozariyên giştî da alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bike.

Dabînkirina pêdawîstiyên herêma Kurdistanê yên di warê neftê de, bi taybetî nefta sipî bo demsala zivistana bê, mijareke din a civîna civata wezîrê Kurdistanê bû.
Di vî warî de, serokê hikûmeta Kurdistanê careke din daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku, para herêma Kurdistanê a sotemeniyê û berhemên neftê bi timamî bide daku, hikûmeta herêma Kurdistanê bikare xwe pêşwext bo demsala zivistanê amade bike û pêdawîstiyên hevwelatyan dabîn bike:

– Eger hikûmeta Îraqê para herêma Kurdistanê ji sotemeniyêê bi timamî nede, hîngê çi pêwîst be ji bona di dema xwe de pêdawîstiyên hevwelatiyan yên di warê neftê û bi taybeyî nefta sipî de dabîn bike, hikûmeta herêma Kurdistanê dê bike.

Nêçîrvan Barzanî got ku, hikûmeta Îraqê rojane 600-700 hezar bermîlên nefta xam rafînerî dike, diviya bû hikûmeta Îraqê rojane 140 hezar bermîl para herêma Kurdistanê bidana. Lê, tevî ku ev çend sala hikûmeta Îraqê pişka herêma Kurdistanê nedaye, di 25ê nîsan aîsal de pişka herêma Kurdistanê a rojekê ji 32116 bermîlan bo 16826 bermîlam kêm kiriye

Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku, çi pêwîst be hikûmeta herêma Kurdistanê dê bike ji bona ku valahiya çêbûy pir bike û pêdawîstiyên herêma Kurdistanê dabîn bike