Li Amasya Tirkiyê, di navbera Hêzên Parastina Gel (HPG) û hêzên artêşa Tirkiyê de, di pevçûnê de, gerîlayê bi navê Lokman Reşîd (Zinar Haleb) jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo teşhîskirinê, dayika gerîla Eyşe Mihemmed Kutlu çû Enqerê û kûrê xwe ancax bi deqika li ser hinarika çepê karibû nas bike.
Dayika Lokman Reşîd wisa vegotiye, “dema termê kûrê min riya min dan, ez rasta kûrê xwe yê ku çav kolandibûn, poz bi temamî heliyabû û guhên wî hatibûn jêkirin hatim. Ev zilma çima? Ji bo ku ez dijminên wî kêfxweş nekim, ez nagirîm. Ew rûmeta min, şerefa min û namûsa min e.”
AVESTAKURD