Serrûpel Nûçe Li cîhanê serê her 5 roja rojnamevanek tê kuştin

Li cîhanê serê her 5 roja rojnamevanek tê kuştin

Belav bike

Bi minasebeta Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê,  Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas  (RSF) a ku navenda wê li Parîsê ye daxuyaniyek da çapemeniyê. Li çar aliyên cîhanê fişara li ser rojnamevanan hat şermezarkirin û bi taybet jî welatên ku pevçun diqewimin, li Somalî û Suriyê, destpêka salê de heta niha 21 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane.  

Di daxuyaniyê de eşkere bû ku 161 rojnamevan jî yên di girtîgehê de ne. Eritre (32), Çîn (30), Îran (27) û Sûriye (14) welatên di vê mijarê de serkêşiyê dikin in.