welatiyekî kurd ê devera başûrê Kerkûkê ji aliyê çend çekdarên nenas ve hat revandin.
Serhed Qadir, ji AKnewsê re got, îro danê sibê çend çekdarên nenas, welatiyekî kurd ê Kerkûkê bi otomobîlê revandin û xwe wenda kirin.
Qadir, diyar kir, heta niha tu agahiyek li bara welatiyê han nehatiye bidestxistin lê lêgerîn û lêkolîn bo dîtina wî didome.
Rêvebirê polîsê Kerkûkê, da zanîn, navê welatiyê kurd ê hatiye revandin, Şêrzad Yasîn Ezîz e û dikana wî ya tamîrê li başûrê Kerkûkê heye.
Berpirsê ragihandina polîsê Kerkûkê, Yawûz Îbrahîm jî ji AKnewsê re got, ji destpêka îsal ve heta niha 5 welatî li bajarê Kerkûkê hatine revandin.
sm AKnews